Kurdisch


JÜRGEN JANKOFSKY

 

Anna Hood

 

 

Yek

 

„Neheqî“, qîriya Anna, „li her derî ye, li her derî“.

Li televizyonê, zilamek penaber li perava behrê, bi zorê dimeşiya. Li hembêza wî zarokek hebû, zarokek mirî. Hêdîka û bi rehm ew li ser xîzê danî û li asîman nihêrt. Tûrîstên ku kincên avjeniyê li ser wan bûn, bi tevî zarokên xwe dihatin û li wan dinihêrtin. Na, ew ne film bûn, tiştên ku di nûçeyan de derdiketin, hemû rastî bûn.

Anna çavên xwe bi destên xwe girt, serê xwe bi du aliyan ve hejand. Lê wêneyên ku wê dîtibûn, ji ber çavên wê nediçûn. û hîn jî penaber di nava behrê de dikişiyan. Ȗ li asoyê botek din jî noqî binê avê bû. Belê rast e ku ne cara yekem e, wê wêneyen wisa didît, lê îro jê re pir giran bû.

Nûçegihan digot; heke mirov bixwaze, dikare hertim alîkariyê bike. Anna meşiya odeya xwe û rakir xeznoka xwe ya beraz. Duh cara pêşî kal û pîrên wê jê re gelek pere xistibûn navê, ji bo ku here betlane. „Oxir be! Bila kêfa te hertim be!“ Tiştê ku wexta bi dê û bavê xwe re rûdiniştin di televizyonê de dît, bi rastî jî dûrî aqilan bû. Na! Ji kerema xwe re na!

Wê xeznoka xwe xwe rakir ser serê xwe û – raq! li erdê xist.

Pereyên hûr li her derî belav bûn.

„Çi diqewime li vir?“ diya wê ji pêjgehê bi bazdan derket. „Tu li vir çi dikî hi?“ „Ez dixwazim pere bibexişînim“ got Anna û televizyon nîşan da. „Tu yê ji min re alîkar bibî?“

„Erê, lê.“

„Li her derê“, got Anna, „ciyê ku hinek dimirin de,  hinekên din xwe didin ber tavê, ev yek wisa berdewam neke, dawiya dawî ji holê rabê!“

 

 

Du

 

Robîn bi şûşeya di destê xwe re li makîneya benîştan xist. „Gû“, xeber kir, „divê ez hîn çiqas pere bixim navê? Çima hîn jî dernakeve?“

Anna bala xwe da wê ku Robîn çawan bêrîkên  şalê xwe tevdida. Lê belê beriya ku ew pereyek din jî bixe nava makîneyê, gazî wî kir û got:“Bisekine!“  Jixwe Anna di wan kêliyan de ji zarokên din ên pola xwe dipirsiya, gelo ew jî dixwazin ku ji bo wekheviyê û li dijî êş, elem û hejariya dinyayê tiştek bikin. Lê gotina gişan wekhev bû, hinek ji wan cuzdanên xwe ji bîr kiribûn û hinek jê wexta wan tune bû, diviyabûn tiştên jê lezgîntir fêr bibin, dîsa hinekan digot divê pêşî ji dê û bavên xwe bipirsin, hinekan jî digotin, dibe ku sibê karibin tiştekî bikin. Robin hinek bi şik bala xwe da benîştê ku Anna ji çenteya xwe derxist. Hinek qirêjokî bû lê xem nedikir.

Bi sebir li tiştên ku Anna jê re, di derbarê giraniya wêneyên li televizyonê derketî û di derbarê giştî de vegotin, guhdarî kir. Di dawiyê de Robin jî pereyên xwe xistin ser pereyên Annayê, ku ji bo alîkariyê bûn.

 

 

 

Bavê Annayê, ji ber ku Anna di matematîkê de noteke herî bilind girtibû, pere dabûn wê. Annayê ew pere jî xistin nava pereyên alîkariyê. Û wê ji ap, xal, xaltî û metên xwe, ji pismam, dotmam, kurxal û keçxalên xwe, ji cîranên xwe, hetta ji mamosteyên xwe û ji xerîban, ji kesên li kolanan bûn jî xwest ku ew jî alîkariyê bidin. Li hêla din, ew dîmenên erjeng, roj bi roj zêdetir û xirabtir dibûn, hîn zêdetir botên noq bûyî, hîn zêdetir mirî û zêdetir mirovên xemsar.

 

 

Çar

 

Robîn ji Annayê pirsî, gelo wê zanibû ku hevnavek wî yê bi nav û deng, li tevahiya cîhanê bi nav û deng heye; lehengek bi cerg û jîr, bi tîr û kevanê xwe nîşangîr, di nav libasên xwe yên kesk de, pere ji dewlemendan digire û dide hejaran.

„Robin Hood?“

„Belê“, got Robin.

 

 

Pênc

 

Kûr fikirî Anna.

Pirsî pişt re: „yanî tu dibêjî, heke mirovên dewlemend, bi qasî ku têra xwarin û vexwarin, çûndina dibistanê û pişt re dîtina kar û di nava aramiyê de jiyandinê , pere bidana hejaran, wê tu kesek koç nekirana?

„Nizanim“, got Robin.

„Ez li ku dikarim rimbaziyê fêr bibim“, pirsî Anna.

„Nizanim“, got Robin.

 

 

Şeş

 

Robîn bala xwe dida wê ku Anna çawan roj bi roj xwe diguherîne. Destpêke di nava porê wê de laçikeke kesk xûya bû, pişt re neynûkên xwe bi rengê kesk boyax kir, pê re kenzeyeke kesk li xwe kir, pişt re dameneke kesk û pêlavên kesk, dawiyê jî lêv û qapaxên çavan ên bi boyaxa kesk xemilandî, demjimereke kesk, çenteyeke piştan a kesk  û bazin, gerdenî û gulîskeke kesk. Erê , û xwe wisa li keskan pêça, her tim di nava xwe de girtî ma, wekî ku di nava fikarên bêdawî de be, xûya dibû, nedikeniya, ji kesên din dûr diçû, bi Robin re jî pir kêm diaxivî. Heke dema Robin bi kumekî kesk hat nava polê, mamoste ji Robin re ser hev negotibûna, wî tiştê kesk herî kêm bila di nava waneyan de derxîne, dibe ku bala wê nekişanda.

„Kesk li te tê!” got Anna.

„Li te jî“, got Robin.

Her du jî bişirîn.

„Robîn Hood her tim rûken bû“, got Robin, „ji ber ku her tim baş bû, pir dihat hezkirin“

„Tu wan tiştan ji ku dizanî?“

„Ax, min di derbarê wî de li internetê hinek xwend û wisa.“

„Baş e“, got Anna, „wekî din?“

„Heke Robin Hood bi tenê bûna, wê nikaribûna bigihişta tiştekî, bi tu awayî wê nikaribûna bêyî  hevalên xwe, beyî koma xwe, zêr bi dest bixistana, wê nikaribûna dad û heqî bianiya holê, na, bi tu awayî.“

“Himm“, Anna fikirî, „yanî tu dibêjî…?“

„Dikeve serê mirovî“, got Robîn.

„Belê nexwe“, got Anna û gulîskeke kesk dirêjî Robin kir û got, „Bi xêr hatî nava koma Anna Hood-Gang!“

 

 

Heft

 

Dema ku Anna li internetê dinihêrt, kifş kir ku, Robin Hood û hevalên wî, wekî kesên derveyî zagonan dihatin pênasekirin. Zagona tekane ya ji bo bê zagonan derbas dibû jî, ji dewlemendan girtin û dayîna hejaran bû. Pişt re dît ku, ew ji dewlemendan bi tenê nîvê zêr, pere yan jî gencîneyên wan digirt û bi vî rengî ew jî hejar nedibûn. Pist re jî xwend ku, beriya sedsalan li Ingilistanê lîstikên Robin Hood dihatin lîstin. Di roja wan lîstikan de mirovan stran digotin, cambazî û hoqqabazî dikirin, çîrok vedigotin, lîstikên sêrbazî dikirin û di dawiyê de jî, yên dewlemend bi dilê xwe gelek pere didan mirovên hejar. Lîstokên Robin Hood di roja Robin Hood de dihatin lîstin, her tim di 1ê Gulanê de.

 

 

Heşt

 

„Bêhempa!“ got û qîriya Robin, „îro 1ê Gulanê ye, were!“

„Baş e, lê tuyê bi ku de herî?“

„Ezê herim wê derê, ciyê ku hemû dewlemend divê herin, ciyê ku pere lê ye, banqayê!“ Û ji zû ve destê Anna girtibû, pê re ber bi bajêr ve baz dida.

Li hemberî banqayê, li aliyekî jin û zilamên pîr, bi al û pankartên xwe yên sor re disekiniyan, bi pîpîkên xwe yên sor re, wekî ku bixwazin guhên mirovan biteqînin, pif dikirin. Li aliyê dinê jî, hinek kesên ji wan ciwantir, bi alên xwe yên reş li dijî wan derdiketin û digîriyan. Polis ketibû navbera her du koman. Di demeke kin a ku hemûyan dixwestin bêhna xwe vedin de,zilamek kal derket ser dikê û di derbarê hêza pere de dest bi axavtinê kir. Digot; divê hemû karker û kedkarên cîhanê bi ser kevin û bi lalotetiya zimanê xwe, ji kaxezeke biçûk hinek hevok dixwendin. Anna û Robin pir dixestin ku fêm bikin lê fêm nedikirin. Lê belê hîn ku wan dest bi govendê nekiribûn, sêrbazî û nekiribûn, mirov nekenindabûn, bi rengekî pir çors hatin tirsandin.

„Ev der ne ciyê lîstikê ye!“

„Îro 1ê Gulanê ye! Roja têkoşîna karkeran!“

„We fêm kir?“

 

 

Neh

 

Zaroknooo! Hişyarbin!, nivîsand Anna li internetê; kî li hemberî neheqiyê ye? Wê kî qanûna bêqanûniyê biparêze? Me çeteya Anna-Hood ava kir! Hûn jî tevlî me dibin? Hayde em hev nasbikin.

 

 

Deh

 

Hîn pir wext ser re derbas nebûbû, Anna, ji hemû aliyên cîhanê gelek peyam wergirtin.

Cara pêşîn Otto bersivand: Ez jî heme!

Pişt re Ahmed, Armen,Amo, Sovanni û Akira.

Maria ji Annayê pirsî; gelo dikare peyama wê wergerîne zimanên din jî?

Bêguman!

Svetlana xwest ku bizanibe, gelo ew dikare peyama Annayê ji zarokên din re jî bişîne?

Bêguman!

Indira jî xwest ku bizanibe, gelo destûr heye ku peyamê hê bi gelek zimanên din parve bike? Bêguman!

Rêgeza giloka berfê; niha Giso û Zlatko, Haile, Bageshree, Manon û Thijs, Agneta, Eylül û Sarah, Jose, John, Gyorgy û Giovanni, Ling Rui, Dschingis, Malaika, Vainö, Xabi, Yaala, Hrafnhildur, Bintang, Odysseus û Waluyo, Naira, Mowan, Ernesto û Janko, Janette û Yasmin, Karamba, Patrick, Reto, Nanuq, Ngunoue, Sven, Zachary, Narumol, Hoa, Gabija, Radu, Tenzin û Soo-young jî dixwestin tevlî wan bibin.

Bi xêr hatin.

 

 

Yanzdeh

 

„Te xwend?“, got û pirsî Robin, „fikrên endamên çeteya me yên nû? Divê em çi bikin?“

„Bêguman“, got Anna, „ka em lê binihêrin, em dikarin çi bikin!“

Pêşniyar wisa bûn:

Zarokên ku beriya herin dibistanê , nikaribûn taştê bixwin, wê ji aliyê dewlemendan ve ji firavînê re bihatana vexwendin, diviya herî kêm sê cûre xwarin hebûna; şorbe, şîv û şêranî.

Tavil!

An jî hemû zarok, hetanî ku li tevahiya cîhanê ji bo dewlemendan bacek were derxistin, wê grev bikirana, belê wê wisa bikirana, kesên ku pereyên xwe ne bi ked û xebat, lê bi xebitandina pereyan qezenc dikin, diviyabûn her tim nîvê kara xwe dibana, bes bi vî şertî wê zarokan ji nû ve li waneyên xwe bişûxiliyana û erkên xwe yên malê çêkirana.

Ewqas!

An jî, mirovan hemû, ew pere, ji ber ku mirov in, wê bigirtana.

Ciwan, pîr, jin, zilam,qelew an jî lawaz, zer,rengê qehweyî, sipî an jî reş, dewlemend an jî hejar, wê ferq nekira, ji bo hemûyan, bi wekhevî, her meh, li her welatî û bi têra gişan pere wê hebûna. Wê kesek ji têhna û ji birçîna nemira, wê her kes bijiya, biçûna dibistanê û pişt re jî wê karibûna bixebitin, çi bixwestana, belê çi bixwestana wê karibûna bikin û di ciyê ku daxwazên xwe pêk dianîn de jî, wê xwe wekî li mala xwe bin, hîsbikirana. Wisa ye, xwe li ku derê wekî li mala xwe bin, hîs bikirana, wê li wê derê jiyana xwe berdewam bikira.

Dewlemendiya vê cihanê bi rastî jî têra hemû mirovan dike, temam?

 

 

Duwanzdeh

 

„Bikenee!“

Robin, li ber awahiya banqayeke mezin, Annaya ku xwe bi libasên kesk pêçabû, bi pêş ve û paş ve dibir û dianî.

„Gavek ber bi pêş ve. Belê. Û gavek ber bi nîverastê, wisa baş e, pir baş e!“

Pişt re Robin kûmê xwe yê kesk xiste serê Annayê û klik! Û klik, ji nû ve û ji nû ve wêneya wê kişand.

Û wêneya herî xweş xist internetê. Wexta Anna vegeriya malê, li binê wêneyan nivisî: 1ê Pûşberê roja zarokan pir nêzîk e. Divê navê roja me bi lezgînî wekî roja Robin Hood were guhertin. Emê kincên kesk li xwe bikin,helbet yê herkesî, tiştek wî yê kesk heye: goreyê kesk an jî pûşeke kesk- bi vî rengî di nava rengê kesk de, emê herin ciyên ku pere lê ne; banqayan an jî dewlemendên di mala xwe de ne re. Wekî di cejna cazûyan de, emê li her derî bi rastî jî wêrek bibin! Lê emê nepirsin şekir an jî henek, na, em ne rehm, lê edeletê dixwazin! Belê, ji bo me gişan! Û kî henekê xwe bi me bike yan jî me bitirsîne, wê wêneya wî li internetê were weşandin. Bi vî rengî, wê di rojeke dîtir a Robin Hood de, wê bêhtir zarokên kesk li xwe kirî , edeletê bixwazin û di rojeke din a Robin Hood de jî û ya din de jî û ya dîtir de jî! Bandora giloka berfê!

Robin ji Annayê pirsî, gelo wê ew jî hin tiştan binivisîne yan na.

„Belê!“

Wisa nivîsand: Ji bîr nekin, wexta em mezin bibin, emê dinyayê bi rê ve bibin.

Zarokan, ji hemû welatên cîhanê bi lez bersiv dan: Erê ,Erê, Erê. Em bi we re ne!

Her yekî dixest tiştek bizanibûna; mînak, gelo berçavkeke kesk dibû, diviya poster jî bihatana boyaxkirinê, yan dibû ku bihatana rûpûşkirinê?

Erê, Erê, Erê!

Û di 1ê Pûşberê de, di roja Robin Hood de, Anna tenê wisa nivisî:

Haydê em dest pê bikin!

 

 

Übersetzung / Werger: Ramazan Eskin